TR KU SO
FB X
Kurdistan

Riha | Di encama du bûyerên trafîkê de 13 kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2022 15:30

PeyamaKurd Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, do şev di encama du bûyerên trafîkê de, 13 kes birîndar bûn.

Bûyer li ser Xaçerêya Necmettîn Cevherî, li ber Fermandariya Lîwaya 20emîn a Zirxpoş li hev qelibîn.

L igor zanyariyan, kesên di nav otomobîlan de birîndar bûn wiha ne, Mahmut, Hasan û Zuhal Çakmak ligel Muhittin Kelekçi, Ayşe, Yakup û Sibel Kiliç. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr. Li gor agahiyan, birînên du birîndaran giran in.

Herwiha li parêzgeha Rihayê şeva din otomobîlek ji ber barana zêde ji rê derket û 6 kesên di nav de birîndar bûn. Otomobîla bi şofêrtiya Hamza Basmaci, li ser rêya Riha-Mêrdînê ji ber barana zêde ji rê derket.

Di bûyerê de şofêr û Fatma, Aynizeliha, Menekşe, Ali û Ferhat Basmaci birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Parve bike: