Roja Ala Kurdistanê bi rêz û cos tê pîroz kirin…
PeyamaKurd - Îro 16ê Kanûnê roja Ala Kurdistanê li hemû dibistan û navendên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê tê bilindkirin û pîroz kirin.
Bi boneya Roja Ala Kurdistanê, bi amadebûna Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê Alan Hemexerîb merasîmeke taybet ya Ala Kurdistanê li dibistaneke Hewlêrê hat lidarxistin.
Roja Ala Kurdistanê her sal roja 17ê Kanûnê tê pîrozkirin, lê îsal rojek pêştir li dibistan û saziyên fermî tê pîrozkirin ji ber ku sibe 17ê mehê dikeve dawiya hefteyê û roja Înê jî li Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.
Roja Ala Kurdistanê bi coşeke mezin li sazî û dibistanên giştî yên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û gund û bajarokên girêdayî wan tê pîrozkirin.
Li Helebcê jî keç û xort û jin û zarokên kurd bi bilindkirina alaya Kurdistanê roja alayê pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Ala Kurdistanê li seranserê Herêma Kurdistanê berdewam dikin û bi aheng û merasîmên taybet rêz li Ala Netewî ya Kurd tê girtin.
Ala Kurdistanê yekem car 17.12.1945 li ser avahiya hikumeta Komara Kurdistanê li Mehabadê hatibû bilindkirin, ji wê rojê ve jî wek sembola netewî ji aliyê hemû Kurdan ve tê pîrozkirin.
Parlamentoya Kurdistanê jî di sala 2009an biryar da, êdî her sal roja 17ê Berfanberê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin û heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ev roj ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin.