Kurdistan
Roja Dusemê pêleke nû ya tozbarînê digihe Kurdistan û Iraqê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tê çaverêkirin pêleke nû ya tozbarînê bi ser Iraq û Herêma Kurdistanê de were.
Li gorî ragihandina pisporekî rewşa hewayê yê iraqî Husên Esedî ku ji medya Iraqê re daye xuyakirin, tê çaverêkirin roja Duşemê pêleke din a tozbarînê bi ser bajarên Iraq û Kurdistanê de were.
Hêjayî gotinê ye, ji ber tozbarînê ku du sê rojan dewam kir, li Herêma Kurdistanê bi sedan kes rakirin nexweşxaneyan û herwiha li seranserê Iraqê jî 6 kesan ji ber tengasiya nefesê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Ezedî pêla tozê hîn jî bi temamî xilas nebûye û pêla tozê roja Duşemê ji ser Sûriyê derbasî Kurdistanê dibe û piştre jî berê xwe dide deverên navîn û başûrê Iraqê.