TR KU SO
FB X
Kurdistan

Roja kongre ya Yekîtiya Nistîmanî Kurdistan diyar bû

Admin M
Nivîskar
📅 08 îlon 2019 01:47

PeyamaKurd- Konseya serokatiyê ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan îro civiyan û di civînê de biryar dan ku di 07.12.2019an de kongre ya xwe ya 4 emîn bike. Civîna serkirdayetiyê di bin serokatiya yekem sekreterê Yekîtiyê di bin serokatiya Kosret Resûl de hat kirin. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di civînê de amade bû lê endamê mekteba siyasî Mele Bextiyar tevlî civînê nebû.

Herî dawiyê kongre ya 3 yem ya Yekîtiyê di sala 2010an de çêbûbû lê paşî bi sedema nexweşîna Mam Celal Talabanî û piştî wefata wî bi sedema gengeşiyên nav partiyê nikaribûn kongreya xwe ya 4 emîn bikirina.

Parve bike: