TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 11 wefat û 153 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2021 20:35

PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 153 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 11 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir; 153 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ew jî 46 kes li Hesekê, 23 kes li Qamişlo, 14 kes li Dêrikê, 12 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Girkê Legê, 41 kes li Reqayê, 7 kes li Dêrazorê, 2 kes li Kampa Hokê û 3 kes li Şehbayê ne

Mistefa da zanîn, 11 kes jî bi koronayê mirine ku ew jî 2 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 3 kes li Dêrazorê û 1 kes li Minbicê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 saetên borî de 17 kes jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê gihîşt 15329 kesan, ya mirinan bû 530 kes û heta niha 1555 kes jî baş bûne.

Parve bike: