TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 13 jin û zarokên êzidî bo Encûmena Singalê hatin radest kirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 hezîran 2019 19:19

PeyamaKurd - Mala Êzidiyan li Cezîrê 13 jin û zarokên Kurd ên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Bi amadebûna nûnerên ji Mala Êzidiyan û Rêveberiya Hesekê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mala Êzidiyan 13 jin û zarokên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî Encûmena Şingalê kir.

Piştî rizgarkirina tevahiya navçeyên rojhilatê Firatê û bidawîhatina desthilata DAIŞê li Baxozê, HSDê karî bi dehan jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, rizgar bike.

Piştî rizgarkirina wan jî Mala Êzidiyan a li Rojavayê Kurdistanê, serperiştiya veguhastin û vegera rizgarbûyan bo kesûkarên wan dike.

Di meha Nîsana borî de, Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ya li Başûrê Kurdistanê ragihand, ji destpêka dagîrkirina Şingalê (3ê Tebaxa sala 2014an) ve 6 hezar û 417 kes hatibûn revandin. Heta niha 3 hezar û 476 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa 2941 kesan nediyar e.

Parve bike: