TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 3 wefat û 181 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 îlon 2021 19:29

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 24 nav demjimêrên borî de 3 kesan ji ber vîrusa koronayê can daye û 181 kesên din jî pê ketine.

Herwiha hat eşkere kirin ku 7 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîştiye 23285 kesan, ji wan 2026 kes baş bûne û 812 kes jî mirine.

Parve bike: