Kurdistan
Rojava: Efrîn ket bin kontrola HTSê!
PeyamaKurd- Li gorî zanyariyên dawî yên ji Rojava hatine ragihandin, Desteya Tehrîr el-Şamê, navenda bajarê Efrînê kiriye bin kontrola xwe.
Li gorî Rûdawê jî çavkaniyekî taybet ê ji nav Efrînê ragihandiye ku îro Desteya Tehrîr el-Şamê, navenda bajarê Efrînê yê Rojava kontrol kiriye.
Hat diyarkirin ku şerê di navbera grûpên çekdar de li Efrînê berdewam e lê belê li ser vê mijarê heta niha ji aliyekê agahî nehatine ragihandin.
Vê sibehê jî van grûpên navborî bi çekên giran di nav pevçûnan de bûn û hatibû ragihandin ku Desteya Tehrîr el-Şamê gelek deverên Efrînê kontrol kirine.