TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Em amade ne bi Samê re bixebitin

Admin H
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2018 20:22

PeyamaKurd – Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand, komên girêdayî artêşa Tirkiyê, El Nûsra û DAIŞê hêzên xwe li nêzî Minbicê bi cih kirine û heger êrîş bikin ew dê bersiva wan bidin.

Derwîş ji televizyoneke Kurdistanê ra daxuyakirin, bicihbûna hêzên artêşa Sûriyê li ser xeta El Bab û Minbicê bi bîr xist û got, “Heger lihevkirin çêbe, em amade ne bi Şamê re kar bikin.“

Şervan Derwîş got, niha hêzên rejîma Sûriyê vegeriyane xalên xwe yên berê ku dema êrîşa ser Efrînê vekişiyabûn.

Derwîş destnîşan kir, “Niha rewşa asayî ye, lê êrîşek pêk were ew amade ne bajêr berevaniya bajêr bikin. Aliyên siyasî bi Rûsya û rejîmê re hevdîtinên xwe didomînin. Ger lihevkirinek çêbe, em amade de bi Şamê re bixebitin.“

Parve bike: