TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Heta 20ê Kanûnê qedexeya qismî hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2020 14:58

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê li seranserê herêmên jêr kontrola xwe qedexeya sînordarkirî ya derketina derve ragihand.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser qedexe sibe dest pê dike û heta 20ê Kanûnê wê berdewam bike.

Wê dema qedexeyê bazarên mezin, bazarên În û Yekşemê û yên wekî wan di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û sewzeyan heta saet 16:00an vekirî bin.

Herwiha wê hemû dibistan û zanîngeh vekirî bin, lê divê tedbîrên tendurûstiyê bêne standin.

Di çarçoveya qedexeyê de; hemû civînên giştî, holên şahiyan, konên şînê û kongre qedexe ne û her kesê binpê bike jî wê bê cezakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê herî dawî 5ê Kanûnê hatiye ragihandin ku 115 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesan jî can daye. Hejmara pêketinan bi giştî gihîştiye 7 hezar û 179 kesan û heta niha 200 kes jî bi wê nexweşiyê wefat kirine.

Parve bike: