TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Hevpeymaniyê bi 50 TIRan sewqîyata leskerî kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2021 21:13

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengtîya wê dike, bi ser Herêma Kurdistanê de, karwaneke din a sewqîyata alavên leşkerî şand baregehên li Rojavayê Kurdistanê.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye, karwaneke hevpeymaniyê ya ji 50 barhilgiran (TIR) pêk tê û alavên leşkerî û lojîstîkî di wan de ye, ber bi baregeha Tel Bayder a parêzgeha Hesekê bi rê ket.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hevpeymaniyê di nav meha Tebaxê de, dîsa alîkariyên bi 35 TIRan şandibûn û li baregehên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bicih kiribûn.

Parve bike: