TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Kampa Eyn Îsayê hat bombe kirin û gelek malbatên DAISê reviyan

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2019 17:14

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanî ragihand ku bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, bi dehan malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewaziyek pêşkeşî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir û da xuyakirin, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrîşî kampa Eyn Îsayê ya bi hezaran malbatên DAIŞê tê de ne kir û hejmarek ji wan DAIŞîyan reviyan.

Herwiha Rêveberiya Rojava ji civaka navdewletî daxwaz kir, bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, dê li ser hemû aliyan hebe.

Parve bike: