Rojava | Li Hesekê û Qamişlo navendên dayîna nasnameyan vedibin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ligel Rêveberê Giştî yê Karûbarên Sivîl yê Hikûmeta Şamê Ebdela El Ebdela civiya daku amadekariyên ji nû ve vekirina ofîsên tomarkirina nifûsê li parêzgehê gotûbêj bikin.
Di civînê de biryar hat girtin ku li bajarên Hesekê û Qamişloyê du navendên taybet werin vekirin daku welatî bikarin bi awayekî hêsantir nasnameyên xwe derxin.
Ev gava îdarî wekî beşek ji hewildanên hikûmeta Sûriyê tê dîtin daku saziyên xwe yên xizmetguzariyê li herêmê careke din çalak bike û karûbarên qanûnî yên welatiyan birêkûpêk bike.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Rêveberê Karûbarên Sivîl ê parêzgehê Ezîz Muheymid birêve çû, giranî hat dayîn ser amadekarî û rêbazên teknîkî yên vekirina Rêveberiya Karûbarên Sivîl. Aliyan tekez kirin ku vekirina van navendan dê barê welatiyan siviktir bike û rê li ber qerebalixiya li ofîsên din bigire.