TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Li Kobaniyê çûnûhatina motosikletan hat qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2025 21:09

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Kobaniyê qedexeya çûnûhatinê bo motosikletan  ragihand.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye gotin, çûnûhatina motiskletan li Kobaniyê ji demjimêr 6ê sibeha roja Înê heta 12ê şeva roja Yekşemê qedexe ye.

Li gorî daxuyaniyê, di heyama qedexeyê de nabe motosiklet derbasî bajêr bibin û bajêr derkevin.

Rêveberiya Xweser sedemên vê qedexeyê eşkere nekir, lê tê texmînkirin ku ji ber metirsiya êrîşên bi motosiklêtan ev biryar hatibe dayîn.

Parve bike: