TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojavayê Kurdistanê | 3 kesên avjenî dikirin xeniqîn

Admin L
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2022 14:34

PeyamaKurd – Li gundewarên Qamişlo û Dêrikê, 3 kesên avjenî dikirin xeniqîn.

Hêzên Asayîşê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir û got: “Herêmên me rastî pêleke dijwar a germahiyê tê. Ji ber wê ciwan û zarok berê xwe didin çem û golan û avjenî dikin, bêyî ku tedbîrên parastina kesayetî bigirin û di encamê de bûyerên xeniqîna zarok û ciwana çêbûn. Do 3 kes li gundwarên Qamişlo û Dêrikê xeniqîne.”

Herwiha Asayîşê di daxuyaniya xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku hay ji zarokên xwe hebin, wan di aliyê xeteriyên avjeniyê de hişyar bikin.

 

Parve bike: