Rojavayê Kurdistanê | Derçûyên zanîngehan daxwaza damezirandinê dikin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, derçûyên zanîngehan daxwaza damezirandinê dikin.
Tu biryar li Rojavayê Kurdistanê derbarê derçûyên zanîngehan de tune ye ku mafê derçûyan biparêze.
Li gor karker û derçûyên zanîngehê, mafê wan tê xwarin, wekheviya kar tune ye, heqdest kêm e, karker û karmend bi lîreya Sûrî kar dikin û kelûpelan bi dolar dikirin, di qedexeya derketine derve de, xelk li malê rûniştin û tu kesî ew qerebû nekirin, bi vê yekê em zerermend bûn.
Gelek kes li benda cîbicîkirina yasaya kar û karkirinê ne li Rojavayê Kurdistanê.
Tevî ku di naverasta sala derbasbûyî de, Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser behsa sepandina wê yasayî kir, lê heya niha karê wê sererast nebûye.
Her çende ev yasa tenê karmendên Rêveberiya Xweser li xwe digre, lê li tenîşt wê biryarên nû bi kertên taybet jî têne dan.
Ji 300 hezar karmendan zêdetir, li bakûr û rojhilatê Sûriyê û li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hene, ku 83 hezar û 356 ji wan fermanberên Rêveberiya Xweser in ku bi cîbicîkirina wê yasayî re, guhertin di rewşa wan de pêk tê. Karmend bi ser 5 beşan li ser bingeha bawername û taybetmendiya kar dabeş dibin û li gor wê mûçe jî destnîşan dibin.