Kurdistan
Rojbîn Çetîn pistî 12 rojên binçavkirinê hat girtin
PeyamaKurd - Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDPê Sevîl Rojbîn Çetîn ku polîsan 12 roj berê bi ser mala wê de girtibû û dîmenên îşkenceya bi kuçikan hatibûn belavkirin, îro derket pêşberî dadgehê û biryara girtina wê hat dayîn.
Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar, Sevîl Rojbîn Çetîn de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.
Sevîl Rojbîn Çetîn 26ê Hezîranê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, polîsan bi kuçikan bi ser mala wê de girtibûn û li malê bi kuçikan îşkence lê hatibû kirin ku bertekên tund bo wan dîmenan hatibûn nîşandan.
Heyeta dadgehê di rûniştina îro de, li ser daxwaza dozger derbarê Rojbîn Çetîn de biryara girtinê da û ew bo girtîgehê hat veguhestin.