TR KU SO
FB X
Kurdistan

"Rojên xwes û ges li pêsiya me ye"

📅 27 îlon 2018 01:02

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di ahenga PDKê ya bangeşeya hilbijartinan de gotarek pêşkêş kir û tê de ji xelkê Zaxo re wiha got: “Hûn dil û canê me ne. Mêrînî û serfirazî li we pîroz be.

Serok Barzanî di gotara xwe de wiha axivî: “Careke din çavê me geş bûn û dilê me xweş bû bi dîtina xelkê Zako. Hûn dil û canê me ne. Dema yek tê bajarê Zaxo kurdînî, mêrînî û dilsozî tên ber çavê wî. Eger derfeta min hebe ez salê carekê jî serdana Zaxo bikim bi qasî salekê hêzê ji Zaxo distînim. Par di dema referandumê de we dîrokek nivîsand. Ez bawer im ku roja 30ê Îlonê hûnê dîrokeke din tije serwerî binivîsînin.”


Serok Barzanî wiha got: “Em aştîxwaz in û em dixwazin hemû kêşe û pirsgirêkên ku hene bi aştiyê bên şareserkirin. Lê em naxwazin li ser hesabê gelê me ti kes îradeya xwe li ser me feriz bike. Gelê me rastî rewşeke dijwar hat ji ber ku bi aştiyane biryar li ser çarenivîsa xwe da û dengê xwe gihand cîhanê. Gelek partiyên Kurdistanê di referandumê de beşdar bûn lê wan partiyan zilma ku li Kurdistanê hat kirin, avêtin ser milê PDK û ser milê min, lê me ew berpirsyaretî rakir û em bi ser bilindî derketin.”

Serok Mesûd Barzanî amaje bi hewlên partiyên Kurdistanê û Iraqê kir, ku hêvî dikirin di hilbijartinên Iraqê de PDK ti dengan neyne, û wiha domand: “Hemû aliyan dixwestin dawiya PDKê bînin lê bi keda we diyar bû ku PDK xwedî hêzeke mezin e û bê PDK biryar nayên dan û nikarin ti biryarekê bê PDKê bidin. Him aliyên Iraqê hewl didan ku pirsgirêkên xwe ligel Kurdistanê bikin pirsgirêka di navbera Kurd û Ereban de. Lê gelê Iraqê di hilbijartinan de ew ceza kirin, ku wan kesan hêvî dikir bi dijayetiya mafê gelê Kurdistanê dê di hilbijartinan de zêdetir dengan bînin, lê ew xewna wan pêk nehat. Rehmetî Mele Mistefa Barzanî jî berdewam digot bila şerê me ligel hikûmeta Iraqê nebe şerê miletê Kurd û Ereb. Em û Tirk û em û Ereb û em Faris bira ne û pêwîst e em pêwendiya di navbera miletan de biparêzin.”

Serok Barzanî ragihand: “Hilbijartinên 30 Îlonê pir girîng û çarenivîsaz in. PDK çiqasî dengan bidestve bîne dê karibe zêdetir pêngavên mezin bavêje. Em dixwazin guhertinên mezin bikin, reform û çaksaziyên mezin bikin. Ji bo parastin û serfiraziya Kurdistanê pêwîst e PDK biser bikeve di van hilbijartinan de. Ez nehatime bêjim we dengê xwe bidin kîja partiyê, ez hatime bêjim we hûn dê dengê xwe bidin kîja partiyê bi soz ez jî dê dengê xwe bidim wê partiyê. Em rastî rewşeke pir dijwar bibûm, lê ew rojên nexweş û dijwar û zehmet derbas bûn û rojên geş û xweş li pêşiya me ne.”

Serok Barzanî ji xelkê Zaxo re got: “Ez nizanim çi ji we re bêjim, ne ez û ne jî ti wêjevan û ti helbestvanek kare bi gotnê heqê Zaxo û devera Zaxo bide. Ji bo şoreşan û parastina Kurdistanê Zaxo di dana xwîna xwe de pêşeng bûye. Mêrînî û serfirazî li we pîroz be. Em ber bi pêşve biçin û em xwe naçemînin ji kesî re.”

Parve bike: