TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | 4 Kurd bi 16 salan hatin sizadan, 4 jî hatin windakirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2024 23:02

PeyamaKurd - Dadgeha Desthilata Îranê, 16 sal cezayê girtîgehê bi ser 4 welatiyên Bokan û Pîranşarê yên girêdayî Urmiyeyê sepand. Herwiha 4 welatiyên Kurd ên bajarê Serdeştê jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin girtin ku çarenivîsa wan nediyar e.

3 welatiyên Kurd ên xelkê Pîranşarê yên bi navên Hejar Dilsoz, Akam Xizirzade, Osman Dilsoz û welatiyekî din ê ji Bokanê yê bi navê Suleyman Salik ku 3 roj berê hatibûn girtin, ji aliyê Dadgeha Tawanan a Pîranşarê ve bi 16 sal cezayê girtîgehê hatin sizadan.

4 Kurd ji ber endamtiya hizbeke Kurd hatin sizadan

Hate zanîn ku ji ber tohmeta endmatiya partiyeke Kurd, 2 sal cezayê zindanê li 3 welatiyên bi navên Osman Dilsoz 66 salî, Hejar Dilsoz 30 salî û Akam Xizirîzadeyê 30 salî hatiye birîn.

Herwiha Dadgehê 10 sal cezayê zindanê li welatiyê bi navê Suleyman Salikî yê 73 salî jî biriye.

Malbat heta 20 rojan dikarin serî li dadgehê bidin li dijî wê biryarê derkevin, heke na wê cezaya wan bê bicihkirin. Silêman Salik 6ê Nîsana 2022an aji liyê asayîşa Rêveberiya Îtilaatê ve hatibû girtin û piştî bi çend hefteyan jî Gulana 2022an jî Osman Dilsoz, Hejar Dilsoz û Akam Xizirîzade jî hatibûn girtin.

Li gorî gotina yek ji xizmên wan, piştî girtina wan bi 2 mehan her yek ji wan bi kefaleta 3.5 milyar Riyalên Îranî (Nêzîkî 65 hezar dolar) hatin berdan, heta ku dosyeyên wan hatin çareserkirin.

4 welatiyên Kurd jî hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e

Li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê Zanko Îranzade yê temen 32 salî û Omer Şerîfpûr ê temen 23 salî yên xelkê gundê Qelareş ê bajarê Serdeştê û Qerengîs Fethî û keça w^s ya bi navê  Ekrem Koxiyan ên xelkê şehreka Welîesir a bajarê Melekanê jî hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar.

Parve bike: