Kurdistan
Rojhilat: Baregehên Pasdarên Îranê hatin bombebaran kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 3yê Adarê balafirên şer baregeha sereke ya Supaya Pasdaran a Îranê ya li bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyan, di vê êrîşê de baregeha sereke ya Pasdaran a li Taxa Ferhengiyan a li ser rêya Urmiyeyê hat armanc kirin û dûxanê li asmanê bajêr girt.
Di heman demê de balafirên şer êrîşî baregeha Pasdaran a li bajarokê Nelosê yê Şinoyê jî kir ku yek ji baregeha sere ya pasdaran e.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve ku 28ê Sibatê dest pê kiriye, ev cara yekem e ku êrîşî baregeh û navendên leşkerî yên li bajarê Şinoyê tê kirin. Bajarê Şinoyê li başûrê bajarê Urmiyeyê ye û dikeve sêgoşeya Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê.