TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Hezên Îranê li Merîwanê sivanekî Kurd kust

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2021 20:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li sînorê gundekî bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê şivanekî kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest da.

Malpera rêxistina mafê mirovan Hengawê ragihandiye ku îro hemwelatiyê xelkê gundê Eskol ê ji bajarê Merîwanê yê bi navê Mihemed Husênî (Mînûyî) yê temen 23 salî û kurê wî Kemal di dema çêrandina sewalên xwe de rasterast ji aliyê hêzên Îranê ve hatin gulebaran kirin.

Hat diyarkirin ku hêzên binkeya leşkerî yên Kanî Kewg a Merîwanê bêyî ku ti cûre agahdariyekê li wî bikin û di mesafeyeke nêzîk de ew şivanê kurd dane ber guleyan û ew kuştine.

Li gorî amarên Hengawê, di heyama 6 mehên borî de û ji destpêka sala 2021ê heta niha herî kêm 8 hemwelatiyên sivîl li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi guleberdana rasterast ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hatine kuştin.

Parve bike: