TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat: Li Çaldiranê 2 kolber ji ber sermayê can dan

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2019 02:31

PeyamaKurd -  Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberê kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan  û kolberek  jî ji mirinê filitîye.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, doh li devera Çaldiran ya Ormiyê û li nêzîkî sînorê Bakûr, cenazeyê kolberekî ku çend roj berê di dema kolberiyê de wenda bibû, di nav berfê de hat dîtin.

Li gorî agahiyan, 2 kolberên din jî ji ber sermayê bê hiş bibûn lê ew niha li nexweşxanê tên dermankirin û rewşa wan jî baş nîne.Kolberê bi navê Ferhad Neqşî ji li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Navê kolberên ku ji ber sermayê can dane,Ferhad Neqşî û Tahir Edîbî xelkê gundê Îsa Gûlik yê Çaldiranê bûye. Yên din jî navê wî Bêhzad Xelîlî ye. Bêhzad Xelîlî par havînê jî di êrişa pasdaran de birîndar bibû.

Parve bike: