TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Pasdaran li Banê kolberekî Kurd kust

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2021 02:06

PeyamaKurd - Li navçeya Banê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên rejîma Îranê komek kolberên Kurd gulebaran kir û di encamê de kolberek hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, li herêma Hegejalî ya navçeya Banê ya bajarê Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrîşî komeke kolber kirin.

Di encama êrîşa pasdaran kolberê bi navê Sehdûn Ehmed jiyana xwe ji dest da.

Parve bike: