Rojhilat | Rejîma Îranê keçeke din a Kurd qetil kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên protestokirina kuştina keça kurd Jîna Emînî de, jineke din a Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê hatiye kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê ragihandiye ku keça xwandevan a bi navê Nilgîn Ebdulmelîk a temen 21 salî ku xelkê bajarê Qurwe yê parêzgeha Sine ye, di xwepêşandanên bajarê Hemedanê yên dijî kuştina Jîna Emînî de, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye kuştin.
Hat zanîn ku Nigîn Ebdulmelîk li zanîngeha pîşeyî ya Hemedanê xwandevan bûye û piştî kuştina wê bi du hefteyan, eşkere bûye ku hatiye kuştin.
Xwendekara beşa endazyariya bijîşkî ya zanîngeha pîşeyî ya Hemedanê Nigîn Ebdulmelîk, di dema nerazîbûnên li Hemedanê yên roja 12ê Cotmehê di encama lêdana polîs a bi jopê ku li serê wê dane, giran birîndar bûye û piştî wegeriyaye zankoyê jî jiyana xwe ji dest daye.
Xwendekareke ji zanîngeha Hemedanê ku şahidê bûyerê bûye gotiye, “Hêzên Hîraseta Zanîngehê (Hêzên ser bi îdareya îstixbarata Îtlaatê li Zanîngehê) ligel hejmarek hêzên ewlehiyê piştî agahdariya mirina Nigîn bilez çûne beşa navxwe ya zanîngehê û dest bi gefxwarinê li xwendekaran kirine û herwiha malbata Nigîn Ebdulmelîk a li bajarê Qurwe jî bang kirine ku bêne Hemedanê.”
Herwiha hêzên ewlehiya Îranê gef li xwandevan û malbata wê keça kurd xwarine û ji wan re gotine, divê soz bidin ku bibêjin ew keç ji ber xwarina masiyên qutiyan ên dema wê derbasbûyî jiyana xwe ji dest daye.
Dema veşartina termê wê keça kurd jî hêzên ewlehiya Îranê givaşeke zêde kirine û di bin dorpêça wan de li bajarê Qurwe hatiye veşartin.