TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojnamevan Rawîn Stêrk pistî 6 mehên girtî hat berdan

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2020 17:15

PeyamaKurd – Peyamnêrê Rûdawê rojnamevan Rawîn Stêrk ku meha Adara borî dema şopandina derbasbûna Yunanistanê a penaberan dişopand li Edirneyê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 6 mehên girtîgehê îro 2yê Îlonê di danişîna yekem a dadgehê de hat berdan.

Rawîn Stêrk ku bi hinceta parvekirinên twîterê û propagandaya rêxistinê dihat dadgehkirin, îro ji Girtîgeha Sîncan a Enqerê bi rêya platforma dengî û dîmenî (SEGBİS) tevlî danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 34an bû.

Piştî xwendina doznameyê û parastina Rawîn Stêrk û parêzên wî, dadgehê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara tehlîyekirina wî da.

Parve bike: