TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rûsya bang li civaka navdewletî dike: Zarokên xwe...

Admin L
Nivîskar
📅 08 gulan 2021 13:59

PeyamaKurd – Rûsya ji civaka navdewletî daxwaz dike, da ku zarokên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî Xînayî Kozmîn di civîneke ne fermî ya Enûcmena Asayişê de daxwaz ji civaka navdewletî kir, gavên bi kiryar ji bo parastina zarokan bavêjin û wiha berdewam kir: “Li gorî yasayên navdewletî yên derbarê parastina mafên zarokan de, hemû welatek pabend e ku welatiyên xwe vegerîne û rê nede ku zarokên wan bê regezname bimînin.”

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî da zanîn: “Rûsya hewl dide zarokên xwe ji wan welatan vegerîne ku şer û alozî têde rû dide.”

Kozmîn destnîşan dike, tevî astengiyan, Rûsya ji sala 2017ê ve 274 zarok ji Sûriye û Iraqê vegerandine.

Parve bike: