Rûsya: Çareseriya herî bas ji bo Rojava…
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya ragihand ku çareseriya herî baş baş li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ew e ku herêm bikeve jêr kontrola rejîma Sûriyê.
Nebenziya li Cıvata Giştî ya NYyê diyar kir ku çareseriya herî baş ew e herêma Rojava bikev jêr kontrola rejîma Sûriyê û ev dê metirsiyên ewlekariyê yên cîranên Sûriyê jî ji holê rake.
Nebenziya li ser rewşa Idlibê jî da zanîn ku agirbest tê binpêkirin û piraniya herêmê ketiye kontrola rêxistina HTŞê (El Nûsraya berê) ku di encama binpêkirinên agirbestê de 65 kesan can daye û 200 kes jî birîndar bûne.
Nûnerê Rûsî herwiha daxuyakirin ku ji bo gavên bibandor bavêjin roja Yekşemê bi Tirkiyê re hevdîtinê dikin û li ser tevdirên li Idlibê bistînin wan bi Tirkiyê re li hev kiriye.