Kurdistan
Rûsya ji bajarekî Ukraynayê vedikise
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê artêşa Rûsyayê ji bajarê Kherson ê Ukraynayê vekişe.
Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, civînek ligel fermandarê rûsî yê yekîneyên li Ukraynayê Sergey Surovkin saz kir û derbarê pêşhatên dawî yên şerê Ukraynayê de gotûbêj hat kirin.
Sergey Şoygu, di civînê de, pêşniyara vekişîna ji bajarê Kherson ê Ukraynayê qebûl kir û ragihand ku ji bo parastina sînorên Rûbara Dinyeperê ew vekişîn dê pêk were.
Beriya niha rêveberiya Kîevê jî ragihandibû ku ew di şer de pêşve diçin û bajarên xwe ji artêşa Rûsyayê rizgar dikin.