TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rûsya û Tirkiyê bi çavdêriya helîkopterên Rûsî dewriye gerandin

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2020 21:44

PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên leşkerên Tirkiyê li nêzîkî sînorê Sûriye-Tirkiyê ku dikeve rojhilatê bajarê Kobaniyê, dewriyeyeke hevbeş a bi 8 wesayîtên leşkerî pêkanîn.

Hat ragihandin ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên Tirk li gundê Xerîb ê nêzî sînorê rojhilatê Kobaniyê li ser xeta sînor dewriyeyeke hevbeş pêk anîn ku di dewriyeyê de 8 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê hebûn.

Dewriyeya Rûs-Tirk li rojhilatê Kobaniyê, ji ser gundê Xerîb, Elîşêr, Kortik, Til Hacib, Holaqî, Îtoyeran Tehtanî, Xerab Nas û çend gundên din ên li ser xeta van gundan derbas bû û hat encamdan.

Parve bike: