Kurdistan
Rûsya û Tirkiyê dewriyeya 34emîn li Rojavayê Kurdistanê birêve birin
PeyamaKurd – Polîsê leşkerî yê Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê îro 30yê Mijdarê di çarçoveya peymana Soçiyê ya sala borî de, careke din dewriyeyeke hevbeş a leşkerî gerandin.
Dewriyeya 34emîn a herdu aliyan îro danê sibê li gundewarê bajarokê Dirbêsiyê yê bi ser parêzgeha Hesekê hat encamdan ku panzêrên artêşa Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û ji gundê Şêrikê dest bi dewriyeyê kirin.
Di dewriyeya leşkerî ya Rûs-Tirk de du helîkopterên Rûsyayê jî ji hewayê ve çavdêrî kirin.
Paşê bidawîbûna dewriyê hêzên tirk ji ser gundê Şêrikê ve derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.