Rûsyayê bi bombeyan êrîs bir ser navçeyeke Efrînê
PeyamaKurd-Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku derengê şeva borî, firokeyên Rûsyayê êrîşî Daret Ezze, Ezaz, Bab û Efrînê yên li bakurê Helebê kirine. Hat ragihandin ku ev êrîş di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de hatine kirin.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku firokeyeke şer a Rûsyayê, bi pêgehên çekdar ên komeke ser bi Tirkiyeyê ve li nahyeya Şêrawa ya Efrînê, Gundê Burc Heyder bombebaran kiriye. Di daxuyaniya hat dayîn de li ser ziyanên mal û can agahî nehatin dayîn.
Dîsa bi berdewamî hat ragihandin ku firokeyên şer ên Rûsyayê li asîmanê gundewarê rojava û bakurê Helebê yên li bakurê Sûriyeyê jî firiyane. Hat zanîn ku ji ber teqînên pêk hatine, metirsiyeke mezin li ser welatiyên herêmê çêbûye.