TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sam: Erdogan ne layiq e bibe garantorê Astanayê

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2020 00:53

PeyamaKurd - Wezaret Derve û Koçberan a Sûriyê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê de ragihand, rejîma Sûriyê dijminatiya Erdogan a li ser serwerî û rêzgirtina li xaka Sûriyê ku bi komên terorîst re tevdigere şermezar dike.

 Li gorî ajansa SANA ya Sûriyê çavkaniyekî ji wezareta derve û koçberan daye xuyakirin, “Erîşên Tirkiyê lawazbûna rejîma Erdogan bi rêya binpêkirin, pêkneanîna encamnameyên Astanayê û peymanên Soçiyê diyar dike. Herwiha israra mayîna di yek xendekê de bi komên terorîst re eşkere dikin. Bi wê re jî tê sepandin ku rejîma Erdogan ne layiqe ku bibe yek ji garantorên xebata Astanayê."

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye gotin, "Sûriyeya ku şerê terorê kiriye û hê jî dike, piştrast dike ku dê li dijî dijminatiya Tirk a hovane bi tundî bisekine, sînorekê ji tevahî destwerdanên wê re deyne da ku aştî û yekîtiya xaka Sûriyê biparêze. Herwiha çarenûsa vê dijminatiyê bi binketinê ve girêdayî ye, bi taybet derbarê vejandina komên terorîst de."

Çavkanîyê bang li civaka navdewletî jî kiriye ku êrîşên dewleta Tirk ku yasayên navdewletî bin pê dikin, şermezar bikin, sînorekê ji rejîma Erdogan re ku piştevaniya terorîstan û belavbûna wê li tevahîya herêm û cîhanê dike ku vediguhêze Lîbyayê û bazirganiya sûriyan bi şantajkirina dewletên Ewropayê bi rêya koçberan dike, deyne. Ji ber ku li ser aramî û ewlehiya navdewletî xetere ye.”

Civînên Astanayê yên bo çareserkirina krîza Sûriyê ji sala 2018an ve bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê, digel opozîsyon û rejîma Sûriyê dihatin kirin.

Parve bike: