Şamê ji bo Kobanê berpirsekî nû tayîn kir
PeyamaKurd - Parêzgariya Helebê bi fermî ragihand ku wan Îbrahîm Muslim wekî berpirsê nû yê herêma Kobaniyê ya li gundewarê rojhilatê Helebê destnîşan kiriye.
Ev biryar di çarçoveya "temamkirina tayînkirinên îdarî" de hatiye girtin ku piştî vegera hêzên ewlehiyê ya bo herêmê pêk tê.
Îbrahim Muslim kî ye?
Li gorî agahiyên parêzgehê, Îbrahîm Muslim di sala 1982yan de li Helebê ji dayik bûye. Ew pisporê felsefe û zanistên civakî ye (Zanîngeha Helebê, 2005) û xwediyê bawernameya masterê ye.
Hat ragihandin ku Muslim xwedî ezmûneke dirêj e di sektora perwerdehiyê de û di navbera salên 2020-2025an de wekî Rêveberê Perwerdehiyê li devera Cerablûsê kar kiriye.
Rêveberiya Xweser: Agahiyên me li ser wî tune ne
Her çend Şam vê tayînkirinê wekî gaveke fermî dibîne jî, rayedarekî Rêveberiya Xweser ji medyaya herêmî re ragihand ku "tu agahiyên wan li ser vî kesî tune ne" û ew niha mijarê dişopînin. Ev daxuyanî nîşan dide ku dibe ku di asta hevahengiya îdarî de hîn hin xalên nezelal di navbera her du aliyan de hebin.
Tayînkirina Muslim piştî wê yekê tê ku di dawiya meha Sibatê de, şandeyeke Ewlekariya Navxweyî ya Helebê serdana Kobaniyê kiribû.
Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê piştrast kir ku avahiya Rêveberiya Ewlekariya Hundirîn û çend qereqolên polîsan li Kobaniyê radestî wan hatine kirin û hêzên wan bi fermî dest bi erkên xwe kirine.
Ev pêvajoya "yekbûna hêzên ewlehiyê" û tayînkirinên îdarî wekî beşek ji stratejiya nû ya dewleta Sûriyeyê ji bo vegerandina serweriya xwe li herêmên bakur tê nirxandin, di demekê de ku herêm rûbirûyî guhertinên mezin ên leşkerî dibe.