TR KU SO
FB X
Kurdistan

SANA: Çekdaran 30 kesên sivîl ji gundên Serê Kaniyê revandin

Admin H
Nivîskar
📅 25 gulan 2020 02:13

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li navçeya Serê Kaniyê zêdetirî 30 welatiyên sivîl revandine.

Ajansa Fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê ragihandiye ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê îro 24ê Gulanê zêdetirî 30 welatiyên sivîl ji navçeyên gundewarê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê revandine.

Li gorî çavkaniyên SANAyê komên çekdar ew welatiyên sivîl ji gundê Til Helefê yê li rojavayê Serê Kaniyê û bakurê rojavayê bajarê Hesekê, ber bi cihekî nediyar birine.

Bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşên 9ê Cotmeha 2019an ên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê hatibûn dagirkirin ku bi sed hezaran niştecihên wan ên Kurd hatin koçberkirin.

Parve bike: