TR KU SO
FB X
Kurdistan

SANA: 'Li Hesekê helîkoptereke Amerîkî ket', Ji Hevpeymaniyê daxuyanî...

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2020 17:44

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Sûriyê helîkoptereke Amerîkî li parêzgeha Hesekê ketiye, lê Hevpeymaniya Navdewletî ew nûçe red kir.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê belav kiriye û gotiye, Helîkoptereke Amerîkî li gundê Til Hedad yê ser bi Til Koçerê li parêzgeha Hesekê ket xwarê.

Ajansa Sûrî behsa sedema sedema ketina helîkopterê nekiriye, lê diyar kiriye ku zirpoşên Amerîkî cihê bûyerê dorpêç kirine û ti zanyarî derbarê ketina wê helîkoperê de nîn in.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto, derbarê nûçeya ketina helîkopterê de li ser twitterê ragihand, helîkoptereke wan li Bakurê Sûriyê ji ber pirsgirêkeke teknîkî daketineke awarte û bi ewlehî pêk aniye û destwerdana bûyerê hatiye kirin ku ti kesek birîndar nebûye û hemû kesên di helîkopterê de hatine rizgarkirin.

Marotto îdiayên ku helîkopter hatiye xistin red kir û got, helîkopter ne ji ber êrîşeke dijminan daketiye.

Parve bike: