Şanda Bexdayê bi fraksîyona PDKê re civiya
PeyamaKurd - Şandeya danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê, di çarçoveya amadekariyên ji bo beşdarbûna di amadekirina Yasaya Bûdceya Federal a Iraqê ya sala 2027an de, bi fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Encumena Nûnerên Îraqê re civiya.
Di civînê de encamên serdan û civînên dawî yên şandeyê yên li Bexdayê li gel wezaretên federal hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de girîngiya parastina maf û şayesteyên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin tekezkirin û hat diyarkirin ku mûçeyên mûçexwaran divê di dema xwe de bê dayîn û nebe mijara nakokiyên siyasî.
Her wiha hate bibîrxistin ku ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê di bûdceya sala 2027an de, hevahengî û nêrîneke hevpar di navbera hemû aliyan de girîng e.