Şanda hevbeş a PDK-YNKê serdana Tirkiye û Îranê dike
PeyamaKurd - Ew komîteya yasayî ya ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku biryara pêkanîna wê hatibû dabûn, dest bi karê xwe dike. Hate ragihandin ku şanda hevbeş wê serdana Tirkiye û Îranê bike.
PDK û YNKê duh 28ê Mijdarê di asteke bilind de civiyan û her du aliyan biryar da ku du komîteyan pêk bînin. Komîteya yekem yasayî ye û li ser mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê kar dike. Ev komîte dê wan madeyên destûrê diyar bike ku ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin, her wiha dê raporekê jî pêşkêşî wê şandeyê bike ku biryar e roja Sêşemê, 1ê Berçileyê, beşdarî diyaloga niştimanî bibe.
Ji aliyekî din ve, komîteya duyem siyasî ye û ji şandeyeke hevbeş a PDK û YNKê pêk tê ku dê serdana Tirkiye û Îranê bike. Ew şande dê ligel her du welatan behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bike, bi taybetî jî biryarên vê dawiyê yên hikûmeta federal, lê belê heta niha dema destpêkirina serdanên wê komîteyê ne diyar e.
Civîna Bexdayê û helwesta hevbeş
Roja Sêşemê biryar e diyaloga niştimanî li Bexdayê birêve biçe. Tiştê ku heta niha zelal bûye ev e ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî hatine vexwendin da ku beşdarî wê civînê bibin. PDK û YNK jî dê bi yek helwestê beşdarî vê civînê bibin.
Roja Şemiyê, 28ê Mijdara 2026an, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi hevrêtiya şandeyeke Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê çûn Silêmaniyê û li baregeha sereke ya Mekteba Siyasî ya YNKê ligel Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û şandeyeke Mekteba Siyasî ya wê partiyê civiyan; piştî civîneke ku zêdetirî du saetan dom kir, ev daxuyanî hat belavkirin.
Di daxuyaniya hevbeş de hatiye diyarkirin ku civîn taybet bû bi rewşa nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha gotûbêjkirina yekxistina helwestan li hemberî pirsên rojevê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel saziyên federal.
Her wiha hatiye amajekirin ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya bikaranîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye û di vê çarçoveyê de biryar daye ku bi yek helwestê beşdarî civîna 1ê Berçileyê ya li Bexdayê bibin. Di civînê de her du aliyan pêdagirî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Hemîşeyî ya Iraqê de kir û di heman demê de soz da ku bi awayekî hevbeş berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.