Sanda Iraqê li ser daxwaza Kurdan serdana Xaneqînê kir
PeyamaKurd – Piştî banegewaziya xelkê Xaneqînê, şandeke ji Parlamentoya Iraqê ji bo şopandina rewşa ewlehiyê û guhdana daxwazên welatiyan serdana XaneqXînê kir.
Hat ragihandin ku îro Pêncşemê Şandeke Parlamentoya Iraqê ya ji du endamên lijneya hundirin û parastinê û Serokê Lijneya Peywendiyên Derve pêk dihat serdana navçeya Xaneqînê ya Diyalayê kiriye.
Li gor zanyariyan şande li Hola Rewşenbîrî ya Selam ligel serokeşîr û çalakvanên Xaneqînê û li avahiya qaymeqamtiya Xaneqînê jî bi berpirsên ewlehiya Xaneqînê re civiya û piştre serdana çend gundan kir.
Serokê Lijneya Peywendiyên Derve Şêrko Mîrweyis ji welatiyan re axivî û wiha got:
"Hefteya borî hemû komên Kurdan ên li Parlamentoya Iraqê li ser rewşa Xaneqînê daxwaznameyek pêşkêşî serokê parlamentoyê kirin. Piştî vê bi biryara Serokê Parlamentoyê îro vê şandeyê serdana Xaneqînê kir. Piştî ku em vegeriyan em ê ji bo aliyên peywendîdar çend pêşniyaran bikin. Em ê pêşniyar bikin ku hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî li herêma Xaneqînê hevbeş kar bikin. Emê daxwaza tazmînata cotyarên berhemên wan şewitîne bikin."
Hat zanîn ku serokeşîr û çalakvanan çend pêşniyar pêşkêşî şandeyê kirine û ku ya herî girîng jî vegerandina ewlehiya herêmê bû.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk û navçeyên dorûberê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bo hêzên Iraqê û Heşda Şeibî hatin radestkirin, bûyerên kuştin, şewitandina zeviyan û êrîşên curbicur bi taybet li Xaneqînê pirs zêde bûne û xelkê deverê ev çendeke bangewaziyan dike daku ewlehiya wan were dabînkirin.
Herwiha tê xwestin ku hêzên Pêşmerge ji nû ve dest bavêjin ewlekariya herêmê û ligel hêzên iraqî bi hemahengî ewlehiyê biparêzin.