Sanda PDKê bi pêkhateyên mesîhî û tirkmenî re civiya: Gutûgo erênî ne…
PeyamaKurd - Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro 11ê Sibatê ji bo nêrînên wan li ser avakirina hikûmeta Kurdistanê werbigire, çû serdena pêkhateyên mesîhî û tirkmenî.
Endamê şanda PDKê ya pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê piştî hevdîtinên ligel pêkhateya mesîhî ya Kurdistanê ragihand ku guftûgoyên pêkanîna hikûmetê bi giştî erênî ne.
Endamê şanda PDKê Elî Husên piştî hevdîtina bi pêkhateyên mesîhîyên Kurdistanê re got, serdana wan bi armanca zanîna nêrînên wan pêkhateyan hatiye kirin û bo mafê wan ên netewî û mafên wan ên li gor hilbijartinê ye.
Elî Husên da xuyakirin, guftûgo pir baş û erênî bûne û diyar kir, erkdarkirina kî ji bo kîjan wezaret û pêkhateyê, dê ji kesê ku hikûmetê ava dike re bê hiştin.
Husên da zanîn, “Lijneyek heye ligel hemû aliyan rûniştiye û bi giştî erênî ye.’’
Sekreterê Partiya Bet Nehrîn Romyo Hekarî jî piştî hevdîtinê ragihand, ku ew dixwazin nûnerê wan li hemû saziyên herêma Kurdistanê hebin û got, “Ji bo gelê me rihet be ji pêşeroja xwe û mafên xwe yên di çarçoveya destûra pêşerojê ya herêma Kurdistanê.’’