TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şanda PDKê û hikûmeta Iraqê li ser bûdce û petrolê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2026 14:35

PeyamaKurd - Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragihand ku şandeke wan bi serokatiya Şaxewan Ebdullah ligel lijneya wezarî ya hikûmeta federalî civiyaye.

Di civîna de ku îro 7ê Mijdara 2026an hatiye kirin de, hûrgiliyên projeyasaya bûdceyê, dosyeya hinartina petrolê û dabînkirina mûçeyên fermanberan ên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Lijneya federalî ku ji Cîgirê Serokwezîr Mihemed Temîm û wezîrên petrol, darayî û avakirinê pêk dihat, li ser biryara berê ya Serokwezîr Elî Zeydî hatibû avakirin.

Di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevdengiyeke siyasî kir da ku maf û şayisteyên darayî yên tevahiya welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê di reşnivîsê de bên parastin.

Hêjayî gotinê ye, ev danûstandin di demekê de ne ku di reşnivîsa bûdceya 2027an a Iraqê de xerciyên giştî wekî 217 trîlyon dînar hatine nivîsandin û pişka Herêma Kurdistanê jî li hemberî salên berê hatiye kêmkirin.

Parve bike: