TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sanda PYDê çû Moskow û Samê û ji wan xwest…

Admin S
Nivîskar
📅 28 berfanbar 2018 13:43

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 19ê Kanûnê biryara vekişîna ji Sûriyê ragihand, şandeke Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê serdana Moskow û Şamê kir.

Hat ragihandin ku şanda ji rêveberên PYD/YPGê pêk hatibû ji Rûsya û Sûriyê dixwaza berevaniya sînoran ji wan her du welatan kiriye.

Rêveberê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji Reutersê re daxuyakirin ku ew dê careke din serdana Moskowê bikin û ji Rûsyayê bixwazin, ji rêveberiya Şamê bixwaze erkên xwe yên serweriya parastina sînoran bicih werîne.

Xelîl got, "Me bi Rûsyayê re ji bo rejîma Sûriyê sînoran biparêze danûstandin kir. Em dixwazin Moskow ji bo îstiqrarê rola xwe bilîze.”

Ji şanda PYDê ya Moskowê Bedran Jia Kurd jî li ser serdana Moskowê got, "Em ji bo rêgiriya operasyona Tirkiyê li ser hemû îhtimalan hevdîtinan dikin. Li vê herêmê parastina sînoran berpirsiyariya hikûmeta Sûriyê ye. Em jî vê gotûbêj dikin.”

Parve bike: