TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sanda Rojava li Hewlêrê bi HDPê re hevdîtinek pêk anî

📅 17 hezîran 2019 16:22

PeyamaKurd – Şandeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Hewlêrê kir.

Şandey Rêveberiya Xweser ku Hevserokê PYDê Şahoz jî Hesen jî din nav de ye li Herêma Kurdistanê ye. Şande ji aliyê rayedarên HDPê ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re bi awayekî girtî pêk hat.

Di hevdîtinê de Serokê Partiya Sûriyeya Demokratîk Cema Şêx Bakî û yej ji nûnera HDPê Muzeyyen Guneş derbarê hevdîtinê de daxuyanî dan.

Cemal Şêx Baqî got, “Di hevdîtinê de em li ser rewşa giştî ya Kurdistanê û bi taybetî jî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivîn. Herweha me êriş û dagirkeriya Dewleta Tirkiyê guftugo kir. Di van xalan de me li hev kir.”

Müzeyyen Guneş jî got, "Ev hevdîtin ji bo dabînkirina yekîtiya netewî wekî gaveke girîng dibînin.”

 

Parve bike: