Kurdistan
Sandeke bilind a PDKê li Silêmaniyê bi YNK û Goran re dicive
PeyamaKurd - Şandeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokayetiya Sekreterê Polîtbûroya Siyasî yê PDKê Fazil Mîranî, sibe duşemê serdana Silêmaniyê dike û bi YNK û Tevgera Goran re dicive.
Hat zanîn ku wê şanda PDKê piştî serdanên YNK û Goranê di demeke nêzîk de serdana aliyên din ê siyasî jî bike.
Armanca serdana şanda PDKê ew e ku piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê aliyên siyasî yên Kurd li Bexdayê yekrêz bin û li Bexdayê yek helwest bin.
Li gorî zanyariyan di şanda PDKê ya Fazil Mîranî serokatiya wê dike de, Mehmûd Mihemed, Piştiwan Sadiq, Elî Hûsên û Dilşad Şahab cî digirin.