Sandeke Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên bazirganî serdana Belçîkayê kir
PeyamaKurd – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên bazirganî serdana Belçîkayê kir û çend civînên girîng li dar xistin.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Piştî rêkeftina li ser projeya hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê de ji bo bihêzkirina pêwendiyên bazirganî di navbera her du aliyan de. Hefteya borî şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji nûnerê Odeya Bazirganî, nûnerê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê serdana Belçîkayan kir.”
Herwiha di çarçoveya serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi amadebûna Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, çendîn civîn û serdanên girîng hatin encamdan û ji wan jî hatin kirin:
1.Civîna ligel Hikûmeta Belçîkayê û Wezareta Çandiniyê li Brukselê li ser çend mijarên girîng wek çandiniya organîk, bazarkirina berhemên navxweyî, teknîkên nû di çandinî û avdanê de, avakirina laboratuwarên ceribandina xwarinê li gorî standardên Ewropayê.
2- Hevdîtin li gel hejmarek ji sermayedarên Belçîkayî di warên çandinî, geştyarî, saxlemî û hwd de, li jûreya bazirganî û pîşesazî ya bajarê Antwerpen, li Flanders.
3- Serdana çend kargehên cuda, bo nimûne çandiniya Biodopler û kargeha berhemanîna berhemên çandiniya organîk, ku di vî warî de yek ji mezintirîn cotkarên Ewropayê tê hesibandin. kargeha hilberên ewlehiyê, kargeha vezîvirandina BST.