TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şandên Kurdistanê ji bo mûçe û dahatên neneftî li Iraqê ne

Admin H
Nivîskar
📅 28 hezîran 2026 09:38

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên mûçeyên malbatên şehîdan, dahatên ne-neftî û sîstema gumrikê ya elektronîk (Asycuda), 3 şandên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytexta Iraqê Bexdayê ne.

Li gorî zanyariyan şeva borî şandên Herêma Kurdistanê gihîştin Bexdayê û îro 28ê Hezîranê dest bi zincîreyeke civînan dikin ku tê çaverêkirin, ev danûstandin heta roja çarşem an pêncşemê berdewam bikin.

Şanda Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan îro yekem civîna xwe pêk anî. Şandê li nûnertiya Herêmê bi fraksiyonên Kurdî re hevdîtinek kir û biryar e saet 14:00an bi Desteya Girtiyên Siyasî ya Iraqê re bicive. Armanca vê civînê îmzekirina peymana dawî ya ji bo "hevtayîkirina" mûçe û îmtiyazên şehîd û girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yên Iraqê re ye.

Di heman demê de, şanda Wezareta Darayî ya Herêmê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser maseya gotûbêjan e. Mijara sereke dahatên ne-neftî û ew 120 milyar dînar in ku Herêmê mehane dişand ji bo Bexdayê. Şanda Kurdistanê hewil dide ku vî birê kêm bike, ji ber ku dahatên herêmî kêm bûne û şandina vê birê bandoreke nerênî li ser dabeşkirina mûçeyên karmendan dike.

Biryar e sibe jî, şandea sêyem a Herêmê bigihîje Bexdayê. Ev şande dê li ser sîstema "Asycuda" (sîstema elektronîk a gumrikê) peymana dawî îmze bike. Armanc ji vê peymanê, rêkxistina deriyên sînorî û dahatên gumrikê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, da ku şefafiyet di bazirganiyê de were peyda kirin.

Parve bike: