TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeyek Artêsa Iraqê serdana Mexmûrê kir

Admin L
Nivîskar
📅 04 îlon 2021 16:59

PeyamaKurd – Şandeyek girêdayî Firqeya 14an a Artêşa Iraqê, serdana wargeha Mexmûrê kir.

Piştî êrîşa dewleta Tirkiyê li dijî wargeha Mexmûrê bi çend seatan şandeyek girêdayî Hikumeta Iraqê bi armanca lêkolînê, serdana cihê bûyerê kir.

Herwiha şande li malên ku zirar dîtine geriya û çavdêriyên xwe nivîsand.

Endamên şandeyê di derbarê serdanê de dan zanîn, wan Hikûmeta Iraqê agahdar kiribû lê mixabin bêyî daxuyaniyekê bidin vegeriya.

Endamên şandeyê diyar kirin ku ewê encama lêkolîna xwe ji Bexdayê ragihînin.

Parve bike: