TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saneya Rêveberiya Kirîzên Sivîl li ser îhtimala rabûna lehîyê hisyarîyê dide welatîyan

📅 25 adar 2019 14:03

PeyamaKurd - Şaneya Rêveberîya Kirîzên Sivîl ya navenda operasyonên niştimanî li Îraqê, li ser îhtimala rabûna lehîyê çend navçeyên Herêma Kurdistanê û Îraqê hişyarî dan..

Li gor zanyarîyan alîyên peywendîdar ên hikûmetê daxwaz kirine ku alîyên pêwendîdar di amadebaşîyê da bin.

Herwiha Şaneya Rêveberiya kirîzên sivîl di navenda  operasyonên niştimanî da li Îraqê da zanîn ku, dibe li navçeyên herdu parêzgarên Silêmaniyê û Diyala û devera Germiyan jî li xwe digre lehî rabe û metirsîyeke cidî li ser bendavan heye.  

Ji alîyê din ve Berdevkê Berevaniya Şaristanî li Raperînê jî ragihand ku, tê çaverêkirin lehiyê li sînorê îdareya Reperîn rabe. Berdevkî derbarê vê yekê da welatî hişyar kiririn.

Parve bike: