TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saredara Parîsê spasiya Kurdistanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2019 23:37

PeyamaKurd - Şaredara Parîsê Anne Hidalgo ku bi seredaneke fermî li Kurdistanê ye spasiyên xwe pêşkeşî hukimeta herêma Kurdistanê kir bi sedema ku destê alîkariyê gihandiye hejmareke zêde ya penaberan.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo piştî danûstandinên doh îro jî li Hewlêrê bi Serokwezîrê Hukimeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat ba hev.

Di hevdîtinê de rewşa penaberan li Kurdistanê û Iraqê hate nirxandin û liser hevkariya Parîsê û bajarên KurdAN hate rawestandin.

Hidalgo dilxweşiya xwe ya seredana Kurdistanê anî ziman û diyar kir, ew amade ne destê alîkariyê bigihînin Hewlêr û bajarên din ên herêma Kurdistanê.

Şaredara Parîsê destnîşan kir, Parîs dixwaze di warên kultur, hatûçûn, rewşa jêrxaneyî û babetên jîngehê de destê hevkariyê bigihîne bajarên Kurdistanê û spasiyên xwe ji ber piştgiriya penaberan bo hukimeta herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge anî ziman.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de spasiyên xwe arasteyî Fransa û raya giştî ya cîhanî kir û got, serkeftina hemberî DAIŞê di warê ramanî de dikare bidest were.

Parve bike: