TR KU SO
FB X
Kurdistan

Saredarê AKPyî ji nû ve tabeleya Kurdî danî ser avahiya nû ya saredariyê

Admin H
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 18:14

PeyamaKurd – Şaredarê ji AK Partiyê yê bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, ligel Tirkî tabelaya Kurdî jî danî ser avahiya ya şaredariyê.

Şaredariya Şirnexê avahiya xwe ya nû ku weke şeklê keştiya Nûh dîzayn kiriye temam kir û vekir.

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka, li ser avahiya nû ya şaredariyê tevî tabeleya Tirkî ya Kurdî jî danî.

Piştî ku Şaredariya Şirnexê ji di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de ji destê HDPê derketibû û derbasî AKPê bûbû, tabeleyên Kurdî hatibûn rakirin. Rakirina tabelayên Kurdî li hin bajarên din ên kurdan jî berdewam kiribû.

Parve bike: