Kurdistan
Saredarê berê yê navçe ya Egil ê hat girtin
PeyamaKurd- Şaredarê berê yê navçe ya Egil ê ku li ser Diyarbekirê ye, ji aliyê wezareta karên hundir ya Tirkiyê de ji wezîfê hatibû dûrxistin. Îro wî derxistin dadgehê û dadgeh biryara şandina zîndanê bo wî da. Şaredarê berê Mustafa Akkul do bi sedema lêpirsîna ji aliyê serdozgerê Diyarbekirê de, hatibû binçavkirin û îro wî şandin zîndanê.
Bi Mustafa Akkul re şaredarên HDP yî yên berê yê Erxeniyê Ahmet Kaya, şaredara Farqînê Naşide Toprak, şaredarê Licê Tarık Mercan, piştî li baregeha asayîşê îfadeyên wan hat sitendin, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.